Hilbijartinên Herêma Kurdistanê roja 21ê Îlonê tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hilbijartinên encumenên parêzgehn, parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê dê roja 21ê Îlona 2013an were lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (03.06.2013) roja birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê destnîşan kir.

Li gorî fermana hikûmetê, hilbijartinên encumenên parêzgehn, parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê dê roja 21ê Îlona îsa bê sazkirin.

Di fermanê de ji hemû wezaret û navend û saziyên pêwendîdar hat xwestin ku ji bo birêveçûna hilbijartinan digel komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê hevkariyê bikin.