AMED - Hejmara jinên ku dixwazin ji hevjînê xwe cuda bibin zêde dibe
Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda hejmara jinên ku dixwazin ji hevjînê xwe cuda bibin zêde dibe.
Li Amedê par hezar û 712 ji bo ku ji hevjînê xwe cuda bibin serî li baroyê dabû.
Ev hejmar îsal di nava 4 mehan de bûye 420.
Li gor amarên Baroya Amedê, sala 2022yan de hezar û 494 jinan, sala 2023yan jî hezar û 712 jinan ji bo hevjînê xwe berdin serî li baroyê daye.
Li gorî agahiyên ku baroyê dane, sedemên sereke yên hevbardanê “zewaca di temenê biçûk de” û “krîza aborî” ne.