Mereş 2 caran ser hev hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêzên 5.0 û 4.1 pileyan erdhej çêbûn û kûrahiya ya bi 5.0 pile 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê bi hezaran erdhejên nû çêbûn û heta niha berdewam in.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, roja Çarşemê 3ê Gulana 2023an li navçeya Goksunê ya Mereşê 2 erdhejên bi pileyên 5.0 û 4.1 çêbûn.

Li gor zanyariyên ku AFADê belav kirine, erdhej di demjimêr 20:16an û 20:22an de û bi 5.0 pile di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye ku li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê di demjimêr 20:16an de bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 2.7 kîlometre bin erdê bûye.

Heta niha derbarê zerarê de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.