Fermandarê Giştî yê HSDê: Danûstandinên me yên nerasterast bi Tirkiyê re hene

Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî eşkere kir, ku danûstandinên wan ên nerasterast, bi rêya navbênkaran bi dewleta Tirkiyê re hene û got, ku ew amade ne, pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin, lê divê Efrîn ji xelkê xwe re vegere.

 

Mezlûm Kobanî li navçeya Eyn Îsa beşdarî Komxebata Êlên Sûriyê bû û di axaftina xwe de ragihand, ku bêyî çareserkirina rewşa Efrînê, ew nikarin behsa ti çareseriyeke bingehîn û stratejîk bi cîranên xwe re bikin, û bi taybetî jî bi dewleta Tirkiyê re.

 

Kobanî eşkere kir ku di navbera wan û dewleta Tirkiyê de danûstandinên nerasterast hene û got: “Niha danûstandinên nerasterast hene ku em bi rêya navbeynkaran bi dewleta Tirkiyê re dikin, em dibêjin; Em ji bo diyalogê amade ne, em ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinê û bi rêyên aştiyan re amade ne, lê şert û merc ji bo vê yekê hene.”

 

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir: “Belê em amade ne ku em li ser daxwazên dewleta Tirkiyê bisekinin, derbarê pirsên girêdayî sînor, lê di heman demê de, em daxwazê ji wê dikin, ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de neke, divê rêzê li serweriya dewleta Sûriyê û serweriya axa Sûriyê bigire.”

 

Mezlûm Kobanî eşkere kir: “Eger ew çareseriyê dixwazin, divê Efrînê vegerînin ji xelkê wê re, bê vegera xelkê Efrînê bo nav malên xwe, bêyî ku Efrîn vegere ser rewşa xwe ya normal, em nikarin behsa tu çareseriyeke bingehîn û  stratejîk bi cîranên xwe re bikin û bi taybetî jî dewleta Tirkiyê.”

 

Kobanî diyar kir: “Belê em amade ne danûstandinê bi rijêma Sûriyê re, bi hikûmeta navendî re bikin, ew jî ji bo dîtina çareseriyeke berfireh û demokratîk ji tevahiya Sûriyê re, di nav de jî deverên bakur û rojhilatê Sûriyê. Lê em tekeziyê li ser vê yekê jî dikin, ku Sûriyeke demokratîk û piralî nayê avakirin, bê ku bi temamî bi rêya destûrê itîraf bi mafê gelê Kurd bê kirin, çareseriyeke rasterast wê neyê dîtin, heger itîraf bi rêveberiyên xweser yên heyî neyê kirin, ku beşek ji wan ji berî 7-8 salan xizmeta vî gelî dikin.”

 

Mezlûm Kobanî got: “Destêwerdan yan jî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li deverên me, herwisa hebûna hêzên Rûsya li deverên din, xwedî roleke erênî bûn di şerê dijî terorê de, û heya ku teror hebe û gûrpên terorîst li Idlib, Efrînê hebin li Cerablus û Babê hebin. Heya ku hebûna DAIŞê metirsiyê li ser deverên me çê dike, ji ber vê yekê rola hêzên Hevpeymaniyê û hêzên Rûsya tê xwestin ku bimîne û rola wan giring e jî, lewra em dibînin, ku hebûna hêzên navdewletî ji bo parastina gelê me ji terorê, hebûneke rewa ye.”