Mezlûm Ebdî bi rûspiyên Reqayê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rûspiyên Reqayê re civiya û piştî wê civînê "efûyeke taybet" ragihand.
HSDyê di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "General Mezlûm Ebdî, li ser daxwaza gel û li gor ruhê cejna pîroz, efûyek taybet ku gelek dosyeyên ewlehiyê digire nava xwe, ragihand."
Li gorî daxuyaniyê, Mezlûm Ebdî ji kesayetiyên beşdarî civînê bûn re ravekirineke berfireh û hûrgilî li ser bûyerên dawî yên li Sûriye û herêmê pêşkêş kir ku rêkeftina girîng a di navbera Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û Şamê de jî tê de ye.
HSD û Şam gihiştibûn rêkeftinekê ku girtiyên hevbeş tê de dihatin berdan û destûra mayîna hêzên ewlehiya navxweyî (Asayîş) ên girêdayî HSDyê li taxên Kurdan ên Helebê; Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî dida.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamên heyeta ku bi Ebdî re civiyan, ji vê pêşketina ku ew wekî gaveke girîng dibînin dilxweşiya xwe anîn ziman.