Melayê Kurd ê navdar Sacît Arvasî bangî Abdulahat Arvas kiribû

Hewlêr (Rûdaw) - Melayê Kurd ê navdar Mehmet Sacit Arvas ji bo xizmê xwe yê ku berbijêrê AK Partiyê yê Wanê bû got, “Tu rûreşê malbata Arvasiyanî.”

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

Gelek alî û saziyên cuda jî nerazîbûna xwe nîşan dan û bangî berbijêrê AK Partiyê Abdulahat Arvas kir ku Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qebûl neke.

Melayê Kurd ê navdar Mehmet Sacit Arvas ku li Amerîkayê dijî nerazîbûna xwe nîşan dabû û bangî xizmê xwe kiribû.

Melayê Kurd Mehmet Sacit Arvas anîbû ziman:

“Ez ji te şerm dikim. Milet neçar e ku li îradeya xwe xwedî derkeve. Dema derkevin kolanê ev zilam dê wan bikuje. Destê te di her dilopeke vê xwînê de heye.

Te dikaribû bi awayekî rûmetane li dijî vê yekê derketibûya û bigota, ez vê yekê qebûl nakim. Te negot, destê te di her dilopeke vê xwînê de heye. Divê hûn nebûna hevparê vê xirabiyê.

Divê hûn bi paşnavê Arvasî nebûna parçeyekî vê rûreşiyê. Tu yê çawa li nav gelê Kurd bigerî lê tu dê bigerî, ji ber ku heysiyet, rûmet, wefa, mirovayetî û wîjdana te nîne. Hebe nebe derdê te post û pere ye.

Li ser xwîna Kurdan bibî Qarûn an bibî serok dê çi bibe? Heyf ji te re. Eger li wê derê mezinên Arvasiyan hebin û ji kirina te re bêdeng dimînin ji wan re jî heyf.”