Gulistan Sonukê mazbataya xwe stand
Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêra DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ketibû mazbataya xwe stand.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk tevî Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) ya Êlihê Zeynep Oduncuyê, Hevserokên Rêxistina Êlihê yşn DEM Partiyê Mustafa Tekîk û Songul Korkmazê û rêveberên partiyê çû Dadgeha Êlihê û ji Lijneya Hilbijartinan a Êlihê mazbataya xwe stand.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê piştî wergirtina mazbatayê li ber Dadgeha Êlihê ji welatî û dengdêrên xwe re got:
“Me bi hevalên xwe û gelê xwe dest ji berxwedanê berneda, şaredariya xwe careke din wergirt. Em şabûneke şêrîn dijîn.
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Hîlwan, Şirnex û gelek cihên din pêvajoya îmhayê hatiye destpêkirin. Jixwe me hilbijartineke pir demokratîk pêk neanî.
Li gelek navçeyên me, Kercews û Heskîfê jî şaredariyên me bi veguhestina dengdêran bi awayekî hatin desteserkirin.
Di vî warî de, em kêfxweşiyeke tal û şêrîn dijîn lê em bi hêvî ne.”
Gulîstan Sonukê herwiha anî ziman:
“Lê belê em ne kesek hezar kes in. Me ne bi tecrubeya siyasî ya rojekê, bi tecrûbeya 25 salan a rêveberiya şaredariyan careke din şaredariyên xwe wergirtin.
Bi vê tecrubeyê em dê bajarê xwe ji nû ve ava bikin.”
Di hilbijartinên 31ê Adarê de Gulistan Sonukê ji sedî 64.52yê dengan û berbijêrê HUDA PARê Serkan Ramanli jî ji 15.69ê dengan bi dest xistibû.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê mazbataya xwe stand pic.twitter.com/UkFCptZOR8
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 3, 2024