ROJAVA - Şandeke Fransî bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Parlamento û Senato ya Fransay; li Rojavayê Kurdistanê ye û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.

Ew şanda Fransî ji endameka parlamentoyê ya ji Partiya Keskan û Jîngehê û du endamên Senatoyê yên ji Partiya Komunîst, pêk tê.

Şanda ji Fransayê tevî Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Fransayê Xalid Îsa, ew 3 roj in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) hevdîtinan bi rayedarên Rêveberiya Xweser re pêk tînin.

Wê şandê duh Yekşemê 2ê Nîsana 2023an serdana Civata Giştî û Civata Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser kir.

Li Civata Giştî ya Rêveberiya Xweser, endamên şanda Fransî ji aliyê Hevserokê Civata Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş û cîgirê wî Hemdan El-Ebid ve hatin pêşwazîkirin.

Medyaya Rêveberiya Xweser ragihandiye, şanda Fransî behsa rola Rêveberiya Xweser û HSDê di şerê li dijî terorê û bi taybet DAIŞê de kirine û tekezî li piştevaniya wan di hemû waran de kirine.

Li gor daxuyaniya Civata Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser jî, di civîna rayedarên wê civatê û endamên şanda Fransî de, beşdaran behsa pêşhatên siyasî û gefên berdewam ên Tirkiyê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandorên wan li ser ewlekarî û aboriya herêmê kirin.

Hatiye ragihandin, di civînê de herwiha girtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve û bandora wê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye gotûbêjkirin.

Hefteya bihorî, şandeke Rêveberiya Xweser, YPG û YPJê serdana Parîsê kiribû, û ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hatibûn xelatkirin, ew yek jî bibû cihê nerazîbûna Tirkiyê.