Rêyên Esmanî ya Tirkiyê geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyê geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê bi awayekî demkî ragirtin.

Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê heta 6ê Nîsanê roja Pêncşemê rawestand. Herwina THYê ragihand ku geştên xwe yên saet 22:00an ên bo Silêmaniyê heta dawiya mehê rawestand.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hendirîn Hiwa Muftî ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê ji wan re ragihandine ku geştên xwe yên saet 22:00an ên bo Silêmaniyê heta dawiya mehê rawestandiye.

Hendirîn Hîwa Muftî amaje bi wê yekê jî kir, ku Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) heta roja pêncşemê 6ê Nîsanê hemû geştên xwe yên bo Silêmaniyê rawestandiye.

Herwiha Muftî got “Rojane du geştên esmanî yên Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê bo balafirgeha me hene, yek saet 22:00 û ya din jî saet 04:00. Li gorî agahiyên ku ji me re hatin dayîn heta 6’ê mehê hemû sefer hatin rawestandin. Heya dawiya Nîsanê, dê tenê geştek hebe. geşta saet 22:00 heta dawiya mehê hat rawestandin.”

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Hendirîn Hîwa Muftî jî diyar kir ku derbarê sedema rawestandina seferên THYyê de ti agahî nehatine dayîn. Muftî da zanîn ku wan Rêveberiya Firokeyên Sivîl ên Iraqê jî derbarê mijarê de agahdar kirine.

Li aliyê din Muftî got “Me ji rêveberiya THYyê îzahat xwest ku çima seferên xwe rawestandine, lê heta niha me tu bersiv negirtiye. Em nizanin çima sefer hatin rawestandin. Me ji Rêveberiya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Iraqê re ragihand.”

Muftî dibêje “Hîn ne diyar e ku biryar dê ji bo hemû şirketên din derbasdar be yan tenê ji bo THYê ye.”

Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê rojane du geştên xwe bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dikin, yek demjimêr 22:00 û ya din jî di demjimêr 04:00ê sibê de.