Emar Hekîm û Usame Nuceyfî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwastin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqa Federal û Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê bi rêya peywendiya telefonî serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.

 

Êvara sêşemê (03-04-2018) Cîgirê Serokomarê Îraqa Federal Usame Nuceyfî û Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm ji bo gihandina sersaxî û derbirîna hevxemiya xwe ya ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî kirin.

 

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî tevî serxweşî û derbirîna hevxemiya ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî, hêviya xwe anî ziman ku "Xwedayê Mezin cihê wî bike bihuşt û ev xema dawî ya malbata Barzanî be".

 

Herwiha Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê di peywendiyeke telefonî de hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî derbirî û sersaxî ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re xwest û hêviya xwe anî ziman ku "Xwedayê Mezin bi bihuşta xwe wî şad bike û ev xema herî dawî ya malbata Barzanî be".

 

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Usame Nuceyfî û Emar Hekîm kir û pêzanîna xwe ji bo serxweşî û peywendiya telefonî derbirî.