Hevlingê Talebanî li ser rewşa tenduristî û vegera wî ji Rûdawê re axivî

 

Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Pêncşemê, hejmarek wêneyên nû yên Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî, hatin belavkirin, di yek ji wan wêneyan de Talebanî ligel hevlingê xwe Dr. Letîf Reşîd derdikeve.

 

Di vê barê de, Dr. Letîf Reşîd, ku şêwirmendê Talebanî ye jî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:“Wêneyên nû yên Mam Celal roja 21ê Adarê hatine kişandin, di wê rojê de Mam Celal cejna Newrozê ligel me pîroz kir.”

 

Reşîd amaje kir ku ew wêne li resturanekî li derveyî bajarê Berlinê hatine kişandin û diyar kir ku ew li ser daxwaza Mam Celal çûne derve.

 

Dr. Letîf diyar kir jî ku li Almaniyayê pêşbînî dihat kitin ku roja 21ê Adarê baran barîba lewma wan birayr da ku roja 20ê mehê Newroza xwe pîroz bikin.

 

Hevlingê Talebanî axaftina xwe wiha domand: “Di wê rojê de Mam Celal gellek dilxweş bû û pîrozbahiya cejna Newrozê li me kir û me rojeke xweş bihev re derbas kir.”

 

Şêwirmendê Talebanî herwiha diyar kir ku “Tendirûstiya Mam Celal gellek başe û terkîz û liv û tevgera wî gellek baş bûye.”

 

Dr. Letîf Reşîd aşkere kir jî ku Mam Celal rojane temaşeyî televîzyonê dike û rojnameyan dixweîne lê niha zêdetir helebstan dixwîne bi taybetî helbestên Cewahirî û çend helbestvanekî din.

 

Derbarê vegera Celal Talebanî de jî, hevlingê wî wiha ragihand: “Mam Celal hez dike vegere Kurdistanê, lê vegera wî dibe bi biryara tîma pizîşkî be, heta niha jî nayê zanîn ka dê kînga bikaribe verger.

 

Navhatî amaje kir ku dê “Di rojên bê de dîmeneke vîdyoyî ya Mam Celal bê belavkirin.”