DÎTAMê çareseriya pirsgirêka Kurdan gotûbêj kir
Amed (Rûdaw) – Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li Amedê çareserîya pirsgirêka Kurdan gotûbêj kir.
Piştî banga Ocalan û bi bersiva PKKyê ya ragihandina agirbestê atmosfera geşbîn a aştiyê berfirehtir bûye.
Li Amedê jî bo rêliberxistina pirsgirêka Kurdan, saziyên civaka sivîl berdewam konferans û komxebatan li dar dixin.
Armanc ji bo çareseriya meseleya Kurd pêşniyarên xwe bigihînin aliyên pêwendîdar û bibin hevparê aştiyê.
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) jî bi beşdarîya akademîsyen, parlementer, rojnamegeran û nûnerên saziyên sivîl çareseriya pirsgêraka Kurdan gotûbêj kir.
“Yekîtiya Kurd û Tirkan pêkan e”
Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Sedat Yurtdaş got:
“Pêvajoyeke ku edî rondikên dayîka nerije em dê biînin. Ji bo çareserîya pirsgêrka Kurdan serdemeke ku di asta herî bilind de gotûbej tên kirin em dibînin.
Li ber derê girtîgehan bendewariya yên ku ji bo bigihîjên zarokên xwe, hevjînên xwe em dibinîn.
Her wiha em dibînin pêvajoeyeke ku yekîtîya Kurdan û Tirkan di fetlokek gelek mezin de ye û pêkan e.”
“Armanc vekirina rêya aştiyê ye”
Alîkarê Serokê DÎTAMê Ahmet Ozmen jî got, “Armanca me rêya aştiyê were vekirin. Tenê yek rê heye. Biratî hev naskirin û tu dê yê li hemberî xwe wekî xwe bibînî.
Wekhevî, wekhevî wekhevî. Her wiha her gel bi hebûna xwe, bi zimanê xwe ,bi çanda xwe û bi dîroka xwe li ser vê axê bi biratî û wekhev bijî.”
Di çareseriya meseleya Kurdan de hevparîbûn pêkan e an na? Mebesta siyaseta giştî ji çareseriyê çî ye? Ji bo çareserkirina pirsgrêka Kurdan helwest û nexşerêya dewletê ya Kurdan û ya muxalefetê çi qasî nêzîkî hev in?
Sê pirs bûn ku bersiva wan ji alîyê axivêrên konferansê ve hatin gotûbêjkirinkirin.
“Hinceta ku çek heye xilas bû”
Mafnas û siyasetmedart Racî Bîlîcî jî got:
“Dewlet jî desthilat jî muxalefet jî eger rast bin, durist bin û eger dilxwazê demokrasiyê, hiqûk û wekheviyê bin êdî hinceta wan a ku çek heye jî xilas bû.
Ji îro pê ve divê bizanin va yerê vebû. Di siyasetê de li her çar perçeyên Kurdistanê her şexsek, her hêz pêwîst e xwedî lê derkeve ku em hem karibin bandorê li desthilat û hem li muxalefetê bikin.”
“Ji bilî hevparîbûne her hereketek dibe reqabeta siyasî”
Hiqûknas Bariş Yavuz jî got jî got, “Di meseleya Kurdan de hevparîbûna partîyan helbet mumkin e.
Her kesê ku dixwazin vê meseleyê çareser bikin mecbûr in hevpar bibin.
Ji bilî hevparîbûne her hereketek dibe reqabeta siyasî. Ji ber wê divê hemû partiyên li parlamentoyê hevpar bibin.
“Divê berî her tiştî hiqûk hebe”
Akademîsyen û rojnameger Prof.Dr.Mehmet Altan jî got:
“Ji bo em bigihijîn hizûrê, ji bo Tirkiye normalîze bibe û bi tendurist û aram bibe desmokrasî pêwîstiya hevpar e.
Lê ji bo demokratîkbûnê jî divê pêşî hiqûk were bicihkirin.
Yanî eger destûra bingehîn neyê bicihkirin anîn, eger kanûna cezayê neyê bicihanîn, eger hêza kamûyê ji derveyê hiqûkê ji bo hêrsa takekes were bikaranîn kar zehmettir dibe.
Ji ber wî ez dibêjim sernava sereke demokrasî ye. Ji bo ev prose mayînde bibe, bi tendurist bi rê ve here û Tirkiye gavên rastîn karibe bavêje bicihanîna hiqûka gerdûnî jî mecbûrî ye.”
Hefteya bê jî dê bi armanca piştgiriya pêvajoya çareseriyê ji aliyê Baroya Amedê ve komxebateke berfireh were lidarxistin û di rêya aştiyê de ew jî dê piştgirî û pêşniyarên xwe ji aliyên meselê re ragihînin.