Li Meletiyê qeza: Miriyek û birîndarek

Otomobîla qezakirî /Wêne: DHA

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de kesek mir û kesek jî birîndar bûr.

Li ser cadeya Buharayê ya Çirmikê otomobîla ku Kerem Yuksel (19) diajot li peyarêyê qelibî.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê û kesê li kêleka wî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Şofêrê otomobîlê Kerem Yuksel li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Her wiha birîndarê din jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.