APIKURê li ser petrola Kurdistanê daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) diyar kir ku di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi şîrketên petrolê re ji bo hinartina petrolê ti lihevkirinek çênebûye.

Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) derbarê nûçeyên ku îdia dikin ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê lihevkirinek hatiye kirin, doh daxuyaniyek belav kir.

APIKURê di daxuyaniyê de ragihand ku li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê heta niha bi Hikûmeta Îraqê re ti rêkeftinek nehatiye kirin.

“Ti pêşniyarek ji bo lihevhatinê nehatiye”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kompanyayên endamên APIKURê dê ji nû ve vekirina boriya petrolê ya Kurdistan-Ceyhanê bi kêfxweşî pêşwazî bikin û wiha pê de çû:

“Lê mixabin heta niha ti pêşniyarek ji bo rêkeftinê ji aliyê her du hikûmetan ve ji kompanyayên berhemhênerên petrolê re nehatiye kirin.”

“Girtina boriya petrolê dê mehê milyarek dolar zirarê bide Îraqê”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Di van demên dawî de çendîn daxuyaniyên bêbingeh ji aliyê Îraqiyan ve di medyayê de hatin belavkirin ku tê gotin bi kompanyayên petrolê re lihevkirin çêbûne ku hinartina petrolê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike.

Em niyeta daxuyaniyên ku agahiyên xelet belav dikin fêm nakin lê divê em tekez bikin ku girtina wê boriya petrolê dê mehê milyarek dolar zirarê bide Îraqê.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nûnerên APIKURê 7-9ê Kanûna Paşîna 2024an li Bexdayê bi nûnerên Îraq û Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne lê ji bo destpêkirina hinardekirinê ti pêşketineke berbiçav çênebûye.

“Kompanyayên APIKURê amade ne”

APIKURê got, “Kompanyayên endamên APIKURê amade ne ku dîsa bi rayedarên Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicivin da ku bi lez û bez pirsgirêkan ji bo berjewendiya her kesî çareser bikin.”

Daxuyaniya APIKURê piştî wê yekê hat ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihandibû, ji bo destpêkirina hinartina petrolê danûstandin di navbera kompanyayên petrolê, Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê berdewam in.

Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ji 8 kompanyayên berhemanîna petrolê yên li Herêma Kurdistanê pêk tê û sala 2023yan hatibû damezrandin.

Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê rawestiyabû.