Li Mûşê otomobîla parkkirî teqiya: Şofêr birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê otomobîleke parkkirî teqiya, şofêrê otomobîlê birîndar bû.

Li gorî zanyariyan şeva borî li Baxçeya Gel a Mûşê, otomobîleke parkkirî ji ber sedemeke nediyar teqiya.

Di teqînê de otomobîl têk çû. Şofêrê otomobîlê Hamza Guresmer jî birîndar bû û di otomobîlê de asê ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û şaredariyê çûn cihê bûyerê.

Şofêrê birîndar ji aliyê tîmên şaredariyê ve ji cihê ku asê maye hat derxistin û tîman ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Karmendê Parastina Sivîlan a Şaredariya Mûşê Serdar Soylu ragihand, piştî ku hatine agahdarkirin ew yekser çûne cihê bûyerê û got:

“Şofêr di otomobîlê de asê mabû. Me ew derxist û radestî tîmên tenduristiyê kir. Rewşa birîndar baş bû.”

Hat ragihandin ku ji bo diyarkirina sedemên teqînê dest bi lêkolînê hatiye kirin.