Kiliçdaroglu bi serokên partiyên Çep û TÎPê re dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, îro 3ê Adara 2023ê bi serokên Partiya Çep û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) re cuda cuda dicive.

Roja Pêncşemê 2ê Adara 2023ê Hevpeymaniya Millet ku ji 6 partiyên opozîsyonê pêk tê li navenda Partiya Saadetê, bi armanca diyarkirina berbijrê hevbeş bo posta serokkomariyê civiya. Piştî civînê bi îmzeya serokên 6 partiyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, derbarê berbijêrê serokkomariyê de gihiştine têgihiştineke hevbeş û dê roja 6ê Adara 2023ê daxuyaniya dawî bê belavkirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, doh bi şev piştî civîna Hevpeymaniya Millet bi parlamenter û rêveberiya partiya xwe re civiya. Lê piştî civînê daxuyanî nehat dayîn. Akşener, îro 3ê Adarê j ligel Lijneya Îdareya Giştî ya ÎYÎ Partiyê dicive û tê çaverêkirin piştî civînê ÎYÎ Partî helwesta xwe eşkere bike.

Kemal Kiliçdaroglu jî ku dixwaze bibe berbijêrê serokkomariyê, doh bi şev bi parlamenterên partiya xwe re civiya. Kiliçdaroglu, îro demjimêr 13:30 serdana navenda Partiya Çep dike û bi Endamê Lijneya Serokan a Partiya Çep Onder Îşleyen re dicive. Kilicdaroglu demjimêr 14:30 jî li Parlamentoya Tirkiyê ligel Serokê TÎPê Erkan Baş dicive. Naveroka hevdîtinan berbijêrê serokkomariyê ye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dixwaze bibe berbijêrê serokkomariyê û berpirsên CHPê vê yekê bi eşkereyî tînin ziman. Lê tê îdiakirin ku ÎYÎ Partî li dijî berbijêriya Kiliçdaroglu ye û dixwaze Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş bibe berbijêrê hevbeş ê Hevpeymaniya Millet.

6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP), ÎYÎ Partî, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê pêk tên heta niha bo serokkomariyê berbijêrekî hevbeş diyar nekirine. Di demekê de ku tê çaverêkirin hilbijartin di 14ê Gulana 2023ê de bêne kirin.