Adar meha Kurdan!

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 12 mehên salê, meha Adarê wek meha gelê Kurd tê hejmartin, çimkî di vê mehê de hemû yan piraniya bûyerên girîng, çi yên xweş û çi yên nexweş, di jiyan û dîroka kurdan de li meha Adarê qewimîne.

 

Meha Adarê di nav Kurdan de taybetmendiyek xwe heye. Adar ji bo hemû kurdan wiha ye û ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Adar xwedî cihekî taybet e û hersal gelek bîranînên dilbiêş û dilxweşker jî bi xwe re tîne. Lewma Adar bûye mijara gelek nivîs û helbestan li Rojavayê Kurdistanê.

 

Adar meheke xwerû kurdî ye, ji roja xwe ya yekem û heta roja dawî ev meh bi kurdî diaxive, carina dilovan dibe û dilê kurdan şên dike, carina jî dilê xwe hişk dike û şîna wan girêdide. Lewra jî meha Adarê cihekî balkêş di pexşan û helbesta Rojavayê Kurdistanê de digire û gelek helbestvanên Rojavayê Kurdistanê bi rêya berhem û helbestên xwe, hestên xwe li hember vê meha kurdî tînin ziman.

 

Helbestvan Azer Osî di helbesteke xwe de behsa meha Avdarê dike û dibêje:

 

“Adarê dîsa tu tê. Mîna dilê min tu tê. Mîna giyanê şehîdên meha xwe tu tê. Mîna eşqa Nesrîna Mihemedê dilbikul û evîna Mem û Zîna Cizîra devliken tu tê. Adara min. Wê ji bîr neçe yên ezmanê te. Tev toz kirin. Stêrkên te gemar kirin. Zarokên rojê dilsar kirin. Hêviyên me li çar paytextan ser û binî hev kirin. Çemên te ji xwîna sê Mihemedan sor kirin. Xwestin ala te ya rengîn. Bi reşgirêdana dayikên te pêşwaz bikin.

 

Were em ê te bi mûman rizgar bikin. Ji maçan roja te, serdest bikin. Li çiyan arê Newroza te dadin. Li deştan li ser destan te hilgirin. Ji ava te hemû kulîlkan av bidin. Ji bayê te hemû neyaran kaş bikin.”

 

Nivîskar û helbestvan Konê Reş jî bi navê Adar Dêmê Qamişlo, helbestekê li ser meha Adarê dihûnê û dibêje: 

 

“Adarê! Dêmê Qamişlo. Di pencereyan re xuya dike. Di nav lihevketina pêlan de. Bi ser me de Dibare.

 

Adarê! Di sibehên te de. Dêmê Qamişlo di kolan û sikakan de digirî. Rondik wek xunava buharê têne xwarê û dengê nalînê di qirika xelkê de li hev vedigere.

 

Adarê! Wek rêwiyekî windayî di bin pencere û dîwarên Qamişlo re dibuhirim. Çîrok û serboriyên her malekê di hişê xwe de tomar dikim. Bavekî dilovan ji daxa zindankirina kurê xwe sewisî bûye. Xuşkeke dilevîn ji êşa nebedîbûna birayê xwe dîn bûye û tev ji sibê ta bi êvarê bi dû nanê zikê xwe de dibezin.”