Li Mereşê qeza: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê otobusa veguhastinê û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li Mereşê barhilgira S.D. dijajat ji paş ve li otobusa veguhastinê ya nava bajêr ku M.G. diajot xist.
Barhilgirê piştre li dîwarê dikanekê jî xist û wergeriya.
Di bûyerê de her du şofêr, 7 rêwî û 2 kesên ku di rê re derbas dibûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.