Deriyek di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeeyeke Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê lêkolîn li ser vekirina deriyeke nû yê sînorî kir.

Ev 34 sal in deriyê sînorî yê Xanesorê ku dikeve navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de girtî ye.

Şandeyeke Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê û çend rayedar çûne lêkolînan dikin û zanyariyan kom dikin ji bo vekirina wî deriyê ku dikeve navçeya Elbakê ya Wanê.

Xelkê deverê bi bihîstina vê nûçeyê kêfxweş bûye û hêvî li cem wan çêbû ye ku derfeta kar ji wan re peyda bibe.

Serokê Komaleya Muxtarên Elbakê Vechî Ayhan got:

“Li navçeyê kêfxweşî û kelecaneke mezin heye. Em wek gelê Elbakê dixwazin bazirganiyê bikin.

Debara me ya sereke li ser ajeldariyê ye. Divê xelkê me kar bike û em wan fêrî bazirganiyê bikin.

Me hêviya xwe ti car ji dest nedaye. Ev çend roj in keşûhewayê cejnê li navçeyê heye.”

Xanesor  tenê 20 kîlometre ji bajarê Salmasê yê Rojhilatê Kurdistanê dûr e.

Xelkê navçeyê dibêje vekirina derî dê sûdeke zêde bigihîne  aborî û bazirganiya her du aliyan.

Welatî Murat Ozkaya jî got:

“Bi salan e em li benda vekirina vî derî ne. Dema em li li seranserê Wanê dinêrin sînorê herî dirêj ê bi Îranê re li navçeya Elbakê ye. Eger ji bo Elbakê li aveke jiyanê bigerin divê tekez ev deriyê sînorî bê vekirin.”

Vekirina Deriyê sînorî yê Xanesorê li Wanê bi salan e di rojevê de ye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinan mijar germtir dibe.

Serokê Komeleya Karsaziya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Wanê Şemsettin Bozkurt bi rêya Rûdawê bangî rayedaran dike ku ev yek tenê wekî propaganda nemîne û pêngavên berbiçav bên avêtin.

Sînorê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de li Wanê  295 kîlometre ye.

Lê heta niha tenê yek derî  li ser wî sînorî vekirî maye.

Xelkê Wanê ji bo bazirganiya zêdetir a di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistan û Îranê de dixwazin hejmara deriyên sînorî bên zêdekirin.