Li Amedê agir bi plazayekê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Amedê agir bi Mega Arslan Plazayê ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ji aliyê medya xwecihî ve hatin belavkirin, li navçeya Peyasê ya Amedê agir bi Mega Arslan Plazayê ket.

Tê gotin ku agir ji mitbexa xwaringeha bi navê Lokmaetê dest pê kiriye û piştre li derdorê belav bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de agir hat vemirandin.

Di encama agir de ziyanên madî çêbûn û dikanên di nav plazayê de hemû hatin valakirin.