Li Rihayê şer: Kuştî û birîndar hene

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya navendî ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di şerê du aliyan de li gor zanyariyên destpêkê 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro 3ê Sibata 2023ê li Taxa Esentepe ya Xelîliyê du aliyên ku pirsgirêka wan a erdan hebû rastî hev hatin û di navbera wan de şer derket.

Her du aliyan bi kevir, dar û çekan êrîşî hev kirin. Di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û heta niha 2 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst