Parlamenterê berê yê HDPê: Divê komîsyona hiqûqê ya partiyê hesab bide

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirov a Ewropay ji ber kêmasiyên di belgeyan de, dosyeya 10 parlamenterên HDPê red kir. Yk ji wan parlamenterên berê yên HDPê Mehmet Ali Aslan ku parêzbendiya wî hatiye rakirin got: “Komîsyona Hiqûqê ya HDPê di mijara Roboskî û rakirina parlamenteran de karê xwe nekiriye û divê hesab bide vî gelî.”

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê derbarê 40 parlamenterên HDPê de biryar da ku rakirina parêzbendiya wan binpêkirina destûr û azadiya ramanê ye. Daxwaz jî ji Tirkiyê kir ku wan qerebû bike. Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî yek ji wan parlamenteran e.

Heman dadgehê ji ber kêmasiyên di belgeyan de, dosyeya 10 parlamenterên HDPê red kir ku di heman qonaxê de parêzbendiya wan hatibû rakirin. Yek ji wan parlamenterên berê yên HDPê ku parêzbendiya wî hatiye rakirin Mehmet Ali Aslan ji Rûdawê re axifî.

Parlamenterê berê yê HDPê Mehmet Ali Aslan got: “Wê demê me wek 50 parlamenteran serlêdana Dadgeha Ewropayê kir û me got ku em vê neheqî û bêhiquqîyê qebûl nakin. Dadgehê ew serlêdana me qebûl kir û belgeyek ji HDPê re şand û tê de gotibû ku belgeyên 10 parlamenteran kêm e, û daxwaza temamkirina belgeyan kiribû ku dosyayê qebûl bike. Lê mixabin Komîsyona Hiqûqê ya HDPê ew kêmasî temam nekir.”

Serokê Komisyona Hiqûqê ya HDPê roja Çarşemê 2ê Sibata 2022ê li Enqerê di civîneke çapemeniyê de, ew îdia red kirin ku behsa xemsariya Komisyona Hiqûqê ya HDPê dikin û got, ji ber karê zêde yê komisyonê, çavdêriya proseyê nekirine û parêzerên taybet ew dosye wergirtine.

Serokê Komisyona Hiqûqê ya HDPê Umit Dede jî got: “Di wê qonaxê de wek hun jî dizanin û raya giştî jî agahdar e, Hevserok HDPê û parlamenterên me, hevserokên şaredariyan û bi hezaran endam û berpirsên partiya me berdewam dihatin desteserkirin, lêpirsîn ligel wan dihat kirin û di zîndanan de rûbirûyê binpêkirinên zêde dibûn. Bargiraniya ser mile Komisyona Hiqûqê ya HDPê, ew ast derbas kiribû ku bikaribe li xwe bigire. Di encama şêwra navbera rêveberên partiya me û parlamenterên me de biryar hat dayîn ku ya rast ew e ew dosye ji aliyê parêzerên taybet ên parlamenterên me ve bên şopandin.”

Vê bûyerê careke din dosyeya Komkujiya Roboskiyê bibîr xist ku sala 2011ê di bordûmana firokeyên şer ên Tirkiyê de 34 welatiyên Kurd li Şirnexê canê xwe ji dest dan.

Mehmet Ali Aslan bal kişand ser wê dosyeyê jî û derbarê mijarê de HDP tohmetbar kir û got: “Ev ne yek e û ne duyemîn e, di mijara Roboskiyê de jî wisa çêbû. Dadgeha Bilind a Tirkiyê got ku kêmasiyên xwe temam bikin em dê doza wê qebûl bikin, lê dîsa komîsyona hiqûqê ya partiyê ew kêmasî çareser nekir û doza Roboskî ket. Gelo em ji bo çi kar dikin, em ji bo gelê xwe dikin, gel îradeya xwe radestî me kiriye û divê em xiyanetê lê wê yekê nekin. Divê komîsyon hesab bide gelê Kurd.”

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di Gulana 2018ê de bi hinceta ku parêzerên dosyeyê belgeyên pêwîst amade nekirine, dosye red kir. Ji ber vê yekê HDP rûbirûyê gelek rexneyan bû.