EFRÎN - "Têkdana termê Barîn Kobanî hovîtî ye"

Hewlêr (Rûdaw) – Têkdana termê şervana Kurd a YPJê bi navê Barîn Kobanî bû sedema acizî û nerazîbûna xelkê Kobanî, şervan û Kurdan.

 

Têkdana termê şervana Kurd a temen 23 salî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, bûye mijareke serekî ya malperên civakî. Hevniştimanî ji hemû aliyekî cîhanê wê kiryara çekdarên artêşa navbirî şermezar dikin.

 

Amed Kendal, fermandeyeke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Amed malpera civakî ya facebookê vekiriye û berê xwe dide çend wêneyên Barîn Kobanî û ji têkdana termê wê şervanê gelekî aciz bûye.

 

Amed Kendal wiha dibêje: “Têkdana termê Barîn Kobanî ya hevkara me wê wehşet û hovîtiyê pêşan dide ku dewleta Tirkiyê û grûbên dewleta Îslamî wek hev tevdigerin.”

 

Welatiyên Efrînê ji têkdana termê wê şervana Kurd nîgeran in û dibêjin ku ew kar ne yê microvan e. Şêrin nişteciheke Efrînê ye û xema dilê xwe wiha tine ziman: “Ew ne kar û tevgera mirov e. Mirov karên wiha nakin. Mirov nikarin karên wiha bikin.”

 

Fermandeyê YPGê Rêdûr Xelîl jî li ser twitterê wiha nivîsiye: “Barîn Kobanî xwe nekuştiye û xwe neteqandiye, wê heta fîşeka dawî şer kiriye û piştre şehîd bûye. Barîn xwe radestî hovên we nekiriye.”

 

Li bajarê Efrînê, operasyona Tirkiyê û grûbên girêdayî wê bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê mijara serekî ye û hertim axaftin li ser tê kirin. Welatî bi rêya televizyon û radyoyan mijarê dişopînin û bi şêwazên cuda piştgiriya xwe bo şervanan tînin ziman.

 

Welatiyên Efrînê dibêjin ku Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe gelek xwîn rojandine û ji ber vê jî ne tevgereke wiha ya ligel term û ne jî operasyon wan ji armancên wan dûrnaxin.

 

Welatiyê bi navê Husên Şêxo jî wiha diaxife: “Em qet lawaz nabin, eger keç an kesekî ciwan bikujin an şehîd bikin. Em her roj bihêztir dibin. Xwîna me bo welatê me dikele. Em qet lawaz nabin, ev yek jî bo rûmet, kur, keç û Kurdistana me ya ciwan e.”

 

Operasyona artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê ji 20ê Çileya 2018ê ve dest pê kiriye û heta niha bi sedan kesên sivîl bûne qurbanî. Bi hezaran kes koçber bûne û gelek navçe û gund jî wêran bûne.