Pentagon: Plana me nîne baregeha leşkerî li Kobaniyê ava bikin

Hewlêr (Rûdaw)-Alîkara Berdevka Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh daxuyaniyek da û got: "Planên me yên vekirina baregeha leşkerî li Kobaniyê nîne."

Beriya bi çend rojan hatibû îdiakirin ku Amerîka baregeheke leşkerî li Kobaniyê ava dike.

Cîgira Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sabrina Singh di konferanseke rojnamegeriyê de got:

"Derbarê hêzên Amerîkî yên li Kobaniyê, niha ti plan an armanca me ya avakirina baregehekê tune. Ez nizanim ev rapor ji ku derê tên."

Gelek medyayên herêmî û Dengê Amerîkayê (VOA) doh ragihandibûn ku Amerîka ji Hisiçayê ber bi Kobaniyê ve dîwarên betonî yên parastinê veguhestine da ku baregeheke leşkerî ava bike.

Komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan bi navên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li Bendava Tişrînê û derdora Kobaniyê dikin.

HSDyê ji sedî 35ê axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kontrol dike.

Meha borî, Amerîkayê di navbera HSD û Tirkiyeyê de agirbestek navbeynkarî kir, lê Enqereyê red kir ku li ser vê rêkeftinê li hev kiribe.

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockîro li Şamê bûn.

Her du bang li aliyan kir ku dest ji pevçûnan berdin.

Hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdisanê gelek baregehên leşklerî ava kirine û tevî HSDyê li dijî DAIŞê şer dikin.