Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Divê HSD tevlî hêzên nû yên Sûriyeyê bibe

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ji Şamê ragihand, "Divê HSD tevlî hêzên nû yên Sûriyeyê bibe."

Wezîra Almanyayê li gel hevtaya xwe yê Fransî Noel Barrot li Şama paytexta Sûriyeyê bû.

Annalena Baerbockê piştî hevdîtina bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer di konferanseke rojnemevaniyê de axivî.

Annalena Baerbockê got: "Divê hemû Sûriyeyî di pêvajoya siyasî ya nû de beşdar bin û cih bigirin.”

“Yekîtiya Ewropayê piştgiriya komên Îslamî nake”

Annalena Baerbockê amaje bi ziyareta xwe kir û got:

Piştî çendîn salan ji serkutkirin, şkence û şer, gelê Sûriyeyê rûpeleke nû ji bo welatê xwe vekir.

Hatina wezîrên derve yên Almanya û Fransayê bi hev re, bi nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Sûriyeyê, nîşaneke siyasî ya bihêz e ku niha destpêkeke siyasî ya nû dikare hebe.

Yekîtiya Ewrûpayê her tiştî dike da ku bibe alîkar da ku paşeroj, paşerojeke azad û aram be ji bo her kesî.

Paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyê tê wateya veguhastineke aştiyane ya pirralî ya desthilatê, aştî û avedankirinê.

Ev jî hewceyî gotûbêja siyasî ye ku hemû pêkhateyên neteweyî û olî tê de beşdar bin û jin û mêr bi wekhevî tê de bin.

Divê hemû kes di pêvajoya destûrî û hikûmeta pêşeroja Sûriyeyê de beşdar bin. Me li gelek cihan guh lê bû, ne tenê ji gelê Sûriyeyê li Ewropayê. Beriya Krîsmisê li Tirkiyeyê bûm.

Her wiha îro li vir, ew bi eşkereyî dibêjin, mafên jinan pêver in ji bo paşeroja her kesî di civakeke azad de.

Ne tenê em lê divî xelkê Sûriyeyê li gorî kiryaran biryarê li ser serkirdeyên xwe yên nû didin.

Di gotûbêjên xwe yên îro de, me zelal kir ku Ewrûpa piştgiriyê dike lê Ewrûpa nabe piştevana darayî ya pêkhateuên Îslamî.

Me muxetebên xwe han dan ku sûdê ji ezmûna Neteweyên Yekbûyî bibînin ji bo pêvajoyeke siyasî ya pirralî.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî dikare bibe alîkar di dîtina çekên kujer ên Esed de û di demeke zû de wan ji holê rake.

Piştî çendîn salan ji nexweşî û hovîtî, dadperwerî û lêpirsîn girîng in.

A ku rejîma Esed dikir, îro me li Seydnayayê dît ku ew tenê beşeke kêm a wê şkenceya laşî û derûnî bû ku li wir qewimiye.

Zêdetirî 100 hezar kes hîn bêserûşûn in bêyî ku tu agahiyek ji wan hebe.

Malbat ji ber nediyariya çarenûsa wan di êşê de ne. Hebûna mekanîzmeyek lêpirsînê dikare alîkariya gelê Sûriyeyê bike ku hêdî hêdî birînên wan ên kûr sarêj bibin.

“Divê hêzên Kurdî tevlî artêşa niştimanî ya Sûriyeyê bibin”

Divê ev pêvajoya Sûriyeyê ji derve neyê qutkirin. Divê hemû cîranên Sûriyeyê rêz li yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê bigirin.

Ewlehiya Kurdan jî girîng e ji bo Sûriyeyeke aram.

Ev jî hewceyî bidawîkirina wî şerî ye ku li bakur heye.

Her wiha hewceyî hêzên Kurdî tevlî û artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê bibin û ji bo nava pêkhateya nû ya ewlehî ya Sûriyeyê ku ewlehiya rastîn ji bo hemû aliyan peyda bibe.

Destpêkirina gotûbêjê li gel hêzên Sûriyeya Demokratîk a piranî Kurd, gaveke destpêkî ya girîng e di vî warî de.”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot jî îro li Şamê got, "Divê çareseriya siyasî bi hevpeymanên Fransayê re were kirin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in."

Barot got “Divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin li bakurê Sûriyeyê çek bêne danîn."