Ensarîoglu: Newrozê çek dê hatibin danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu got, "Ez difikirim ku Newrozê çek dê hatibin danîn."

Şandeya ji DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder pêk dihat 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiyabû.

Her wiha Şandeya DEM partiyê ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk dihat 2yê Kanûna Paşîn a 2025an li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyabû.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu li ser pêvajoyê ji 24Saetê re axivî û got, "Paradigmaya nû ne wekî pêvajoya çareseriyê ya berê ye lê di vê rêyê de ew tecrube dê bêguman li ber çavan bên girtin."

Ensarîoglu diyar kir ku mijar bi pêşketinên li Sûriyeyê ve girêdayî ye û wiha anî ziman:

"Pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin in.

Ji bo metirsiyên muhtemel bandoreke neyînî li Tirkiyeyê nekin, divê em pêşî li nav sînorên xwe aştiyê pêk bînin."

DEM Partî dê here serdana HSDyê?

Ensarioglu got ku dema şande biçe Rojava û Sûriyeyê "dibe ku bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinan bike, lê derbarê hevdîtina bi Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) re ku li bajarên sereke yên Sûriyeyê wekî Şam û Helebê desthilat girtiye dest, agahiya wî tune ye."

"Newrozê çek dê hatibin danîn"

Her wiha Ensarîoglu got ku eger tiştekî neyînî çênebe, hêvîdar e ku ev pêvajoya nû ya çareseriyê dê di dawiya Sibatê de şikil bigire û wiha got: "Ez difikirim ku Newrozê çek dê hatibin danîn."

"Nabe ku Demîrtaş di girtîgehê de bimîne"

Ensarioglu li ser pirsa ka gelo di hevdîtinan de rewşa hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş hatiye axaftin an na wiha bersivand:

"Ev paradigmaya nû ne tenê ji bo tiştekî baş e, gelek mijar tên nirxandin.

Demokratîkbûn heye, daxwaza aramiyê heye. Em bêjin pêvajo bi ser ket û Ocalan derket hukmê malê.

Ma gelo dibe ku Demîrtaş di girtîgehê de bimîne? Helbet nabe. Qeyûm jî dê nemînin."