Fransa û Almanya: Divê berjewendiyên ewlehiyê yên Kurdan bên parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Karên Derve yên Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz dikin ku şerê li dijî hêzên Kurdî bê rawestandin û "berjewendiyên wan ên ewlehiyê" bên parastin.

Di daxuyaniya hevpar a ku îro înê hatiye belavkirin de wiha hatiye gotin:

 "Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û hevtaya wî Annalena Baerbockê ya Almanî îro bi Serokê Birêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re axivîn." 

Wezîrên Karên Derve yên Almanya û Fransayê li ser êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê jî tekez kir ku divê şer li bakurê Sûriyê bi dawî bibe.

Her du wezîran amaje bi şerê li dijî DAIŞê jî kir û wiha got:

“Çareseriyeke ku berjewendiyên ewlehiyê yên hemû aliyan biparêze, bi taybetî yên hevparên me yên Kurd di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de ku mil bi mil bi me re li dijî DAIŞê şer dikin."

Her wiha her du wezîran, "tekezî li ser veguhastina aştiyane û rêkûpêk daxwazên xwe eşkere kirin da ku nûnertiya civaka pireng a Sûriyê pêk were."

Li gorî daxuyaniyê, rayedarên rêveberiya nû ya Sûriyeyê soz daye ku beşdariyeke berfireh di qonaxa derbasbûnê de ava bikin.
Bi taybetî gotin ku jin dê beşek bin ji komîteya amadekar a konferansa diyaloga neteweyî ku dê di rojên pêş de dest bi karên xwe bike.

Fransa û Almanyayê soz daye di warê tawannasiyê û zelalkirina tawanên ku ji aliyê rejîma Esed ve hatine kirin alîkariya Sûriyeyê bike..