Îbrahîm Halîl Baran: Pêwîstiya me Kurdan bi dewletekê heye

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Halîl Baran got, “Em Kurd xwedî şiyan, çavkanî û biryardariyê ne ku wekî neteweyekî serbixwe bi pêş bikevin.”

Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran li ser hesabê xwe yê Xê derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û rewşa giştî ya Kurdan parvekirinek kir.

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Halîl Baran di parvekirina xwe de bal kişand ser avakirina dewleteke Kurdî û got:

“Divê em ji bîr nekin ku berpirsyariya me ne tenê li hemberî me, li hemberî nifşên paşerojê jî heye ji bo civakeke ku li ser bingehên dadperwerî, wekhevî û derfetan hatiye avakirin.

Serxwebûn, sazkirina şîrikatiyên nû û dadmend a li ser rêzgirtin û hevkariyê ye.

Em Kurd xwedî şiyan, çavkanî û biryardariyê ne ku wekî neteweyekî serbixwe bi pêş bikevin.

Dîroka me bi çîrokên wêrekî û îradeyê dagirtî ye. Bila em ji pêşengên xwe îlhamê bistînin û xwe ji bo avakirina paşerojeke ku zarokên me karibin tê de bi pêş bikevin, xwe bibînin û xwe bi rê ve bibin, pêşkêş bikin.”

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên Sûriyeyê bi serkirdayetiya Heyeta Tehrîr El Şamê Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li rejîma Beşar Esed anî, mijara avakirina sîstemeke nû bû rojev.

Îbrahîm Halîl Baran li ser avakirina sîstema dewleteke Kurdî bal kişand ser parastina nasnameya dîrokî û da zanîn:

“Têgeha dewletê ne tenê birêvebirî ye, avakirina nasnameyeke hevgirtî, parastina nasnameya dîrokî ya heyî û dabînkirina garantiyeke ji bo bipêşveçûna kolektîf e.

Avakirina dewletekê ne tenê sazî ne, bipêşxistina hesta aîdiyetê, parastinê û nêrîna hevpar a di nava gelê xwe de ye.

Pêwîstiya me Kurdan bi vê yekê heye.”

Bi rûxîna rejîma Beşar Esed a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û destpêkirina “pêvajoyeke nû” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re fikr û ramanên federaliyê û dewletbûna Kurdistanê roj bi roj bêhtir dibe rojeva xelkê û partiyên siyasî.