Li Dêrsimê otomobîlek qulibî: Kesekê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, kesekê canê xwe ji dest da kesek birîndar bû.

Li nêzîkî gundê Faraçê, li ser rêya Mazgêrd-Depê otomobîlek ji rê derket û ji zinar ket.

Di encamê de keseke bi navê Gonul E. di otomobîlê de canê xwe ji dest da û şofêr bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Depê.