DEM Partiyê roja diyarkirina berbijêrên xwe eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw)  - DEM Partiyê ragihand ku pêşhilbijartinên diyarkirina berbijêrên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê, dê 13 û 14ê Kanûna Pêşînê werin kirin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi hevserokên giştî yên partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

Civîna DEM Partiyê nêzîkî 10 demjimêran berdewam kir.

Di civînê de dîroka pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina berbijêrên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê hatin eşkerekirin.

Li gorî vê dê pêşhilbijartin 13 û 14ê Kanûna Paşînê werin kirin.