Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re ragihand ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 25ê Sibatê nikarin werin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên bi hemû aliyan re biryar dabû ku hilbijartinên gera 6an ên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an werin kirin.

Dê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê serpereştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikira.

Komîsyonê diyar kir ji ber ku doza Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê li Dadgeha Federal a Îraqê didome dê 25ê Sibatê hilbijartin neyên kirin.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl li ser biryarê ji Rûdawê re axivî.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl li ser biryara komîsyonê got:

“Komîsyonê nivîsa fermî ya ku dê hilbijartin 25ê Sibatê neyên kirin ji Herêma Kurdistanê re ragihand.”

“Komîsyonê dê nikaribe di roja diyarkirî de ji bo hilbijartinan amadekariyên pêwîst bike”

Îmad Cemîr diyar kir ku giliya derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê nehatiye çareserkirin û got:

“Ji ber vê yekê, komîsyonê destnîşan kir ku dê nikaribe di roja diyarkirî de ji bo hilbijartinan amadekariyên pêwîst bike.”

Parlamenterê YNKyê Ziyad Cebar sala borî li ser yasaya hilbijartinan a Herêma Kurdistanê serî li Dadgeha Federal a Îraqê dabû.

Herwiha endamê Xiristiyan ê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Armanc Şemun jî bi heman awayî gilî kiribû.

Dadgehê her du giliyên kir yek û roja biryarê taloqî 21ê Kanûna Paşîna 2024an kir.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl got:

“Berî hilbijartinan divê Dadgeha Federal li ser herêmên hilbijartinan biryarê bide. Bi vî rengî dê komîsyon biryarê li ser awayê amadekariyên hilbijartinan bide.

Ji bo vê mijarê amadekarî pêwîst in û rêbaz jî cuda ne.”

Xaleke ku di yasaya hilbijartinê de YNK jê nerazî ye, sîstema hilbijartinan û dabeşkirina kotayan e.

Li Herêma Kurdistanê hilbijartin bi awayê herêmekê tên kirin. Lewma YNK dixwaze ku Herêma Kurdistanê wekî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li ser sê herêman (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) were dabeşkirin û kotayên Tirkmen û Xiristiyanan li gorî vê werin dabeşkirin.

Îmad Cemîl da zanîn, ji bo diyarkirina roja hilbijartinan, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bicivin.