Geştiyaran di sersalê de dareke 100 salî şewitandin

Batîfa (Rûdaw) - Li qezaya Batîfayê ya ser bi Zaxo ve darberrûyeke temenê ji 100 salî zêdetir e roja serê salê ji aliyê geştiyaran ve hat şewtandin.

Darberrûyeke ku temenê wê bêhtirî 100 salan e hat şewitandin. Dar li daristanên gundê Girê Biyê ya li qezaya Batîfayê ye. Roja yekêvî mehê çend kesên ku ji bo seyranê hatîne vê derê, ji bo ku xwe germ bikin agir bi dara kevnar xistin.

Muxtarê gudê Dêmka Arif Gullî dibêje “Em gelek dilgranîn. Ev 200 sal in ji darên li vê dere me sûd jê didît. Berrû û mazî pê ve bûn, her du-sê salan carekê me bo pez dibirî, bo jîngehê baş bû. Ev karesat e ne huner e evê ku ev tişte kiriye.”

Sala derbasbûyî Fermandeya Hêzên Parastna Jîngehê ya Duhokê 23 kesan bi tometa destdirêjîkirina ser daristanan dane dadgehê. Hêj bikerên şewitandina dara Batîfayê nehatîne aşkerekirin. Fermande û Qeymeqamiya qeza Batîfayê mijûlî dûvçûnê ne.

Fermandeyê Hêzên Parastina Jîngeha Duhokê Cemal Sedo got “Dûvçûna me berdewam e ji bo ku em bikaribin van serpêçkaran evên ku qesta geşt û guzarê û şewitandina vê darê kirine. Tekez eger hat û diyar bû ka ev kes kî ne, dê ji aliyê me ve bêne desteserkirin û pêrabûnên yasayî ligel wan bên kirin.”

Li gor amarên Rêveberya Daristan û Pawanên Duhokê milyonek û 700 hezar donimên daristanê li parêzgehê hene. Sala borî ji ber şewitandin, birrîn û jinavbirna daristanan 161 serpêçî ji aliyê rêveberiyê ve hatine tomarkrin.