Zindaniyên berê xwestin Zindana Amedê bibe Muzexaneya Şermê
Amed (Rûdaw) - Zindana Amedê ku li cîhanê di nava 10 zindanên herî xirab de cih digre, beriya 2 meh û nîvan hatibû valakirin. Bi dehan girtiyên ku wê demê di zindanê de mabûn li ber Zindana Amedê civiyan û xwestin ev zindan bibe Muzexaneya Şermê. Zindaniyên berê naxwazin zindan bê xirakirin, dixwazin avahî û atmosfera zindanê weke salên 80î bimîne da ku nifşên nû bizanibin li wê derê çi zilm û zordariyê li wan kirine.
Zindana Amedê ku di salên 1980î de bibû navendeke îşkencexaneyê di 18ê cotmeha îsal de bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hate valakirin. Li gorî biryarê ev zindan dê bibe navenda çandê.
Lê biryara derbarê zindanê de dilê zindaniyên ku li vê derê de mane rihet nekir. Ji ber vê yekê zindaniyên wê demê ku rastê îşkenceyê çûn li ber zindanê civiyan û xwestin ev zindan bibe Muzexaneya Şermê.
Berdevkê Însiyatîfa Zindaniyan Nurî Sinir got: “Bila avahiya zindanê bêyî guherîna fizîkî bibe munasibê rewşa salên 80-84an. Navê kesên di zindanê de bi îşkenceyê hatine kuştin, tarîx û cihê mirina van bi nivîskî bê teslîmkirin.”
Zindana Amedê di nava 10 zindanên herî xirab ên cîhanê de deng daye. Ji ber vê yekê kesên ku li vê zindanê ev zext û zordarî dîtine dixwazin ev zindan bi hizr û bîra wan bê dîzaynkirin.
Zindaniya berê Edîbe Aksoy jî got: “Daxwaza me ew e ku 5 Nolu giş teslîmê me nekin jî qismek teslîmê me bikin.”
Siyasetmedar Altan Tan jî got: “Bavê min jî di wê zindanê de bi îşkenceyê hatiye kuştin. Ji ber vê yekê em naxwazin zarokên me wan tiştan ji bîr bikin.”
Zindaniya berê Rahîme Karakaş jî dibêje: “Bila dîtina me bigrin, fikra me bigrin. Em tê de mane, me eziyet kişandiye.”
Di nava kesên ku piştgirî dan zindaniyên berê de rêveberên AK Partiyê jî hebû. Ew jî dixwazin zindan li gorî dilê zindaniyan weke muzeyek bê sererastkirin.
Rêveberê Navenda Giştî ya Biryarder a AK Partiyê Eladîn Parlak got: “Înşela hem zirarmendên wê demê û hem jî wezareta me di nava kordînasyonek de van daxwazan li ber çavan bigrin û ji bo muzexaneya hafizeyê gavên pêwîst bavêjin.”
Piraniya kesên ku di salên 80î de zindanî bûn, niha jî di nava partî û saziyên Kurdî de cih digrin. Beşek ji wan jî bûne nivîskar û li ser wan rojan pirtûk nivîsandine.