SÛR/NISÊBÎN/CIZÎR/SILOPIYA - Rewşa dawiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokerkantiya Artêşa Tirkiyê ragihand ku, artêşa wan bi alîkariya hêzên ewlekariyê li navçeyên Cizîrê, Silopiya yên Şirnexê û  Nisêbîn a Mêrdînê û Sûr a Amedê operesyonên leşkerî li dar xistine û di encamê de 4 endamên rêxistinên ser bi PKKê yên çekdar li Cizîrê, 5 li Silopî , 1 li Nisêbînê û 3 li Sûr a Amedê şehîd xistine.

Serokerkantiya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kiriye ku, wan li navçeyên ku operesyon lê kirine bi dehan çek û bi sedan gule bidest xistine û gelek barîkat û xendek têk birine.

Ragihandinên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve dibêjin, artêşa Tirkiyê piştî serê salê navçeya Silopî topbaran dike.

Hat diyar kirin ku, li taxên Başak û Barbarosê, ji ber topabarana giran gelek mal xira bûn. Her wiha hate zanîn ku li her 2 taxan jî tîmên taybet bi zorê dikevin malên welatiyan û wan didin barkirin.

Herwiha hate xuyakirin ku, xelkê navçeya Sîlopî 6 termên welatiyên kurd ku jê 3 zarok in ji ber qedexeya çûnûhatin û pevçûnan nikarin wan binax bikin û heta niha li mizgeftan û malan tên rawestandin.

Dîsa li Silopî roja 2 vê mehê welatiyê bi navê Omer Maslu yê 70 salî, di encama topbarana ku li mala wî ket de li ser nimêjê hat kuştin.

Li aliyekî din hêzên ewlekariya Tirkiyê roja 2 çileyê avêt ser mala hevşaredariya navçeya Çataxa Wanê Evîn Keve û ew binçav kir û roja berî wê jî hevşaredariyên navçeya Silopiya Şirnexê Emîne Esmer û Cemal Yigît binçav kiribû.

Wek tê zanîn ji meha tebaxa sala borî de li 11 bajarên Bakûrê Kurdistanê 36 serokên şaredariyên girêdayî partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn binçav kirin û ji wan niha 16 kes di zînadana de girtî ne.