Kongra-Gel: Xwerêveberî dê li Bakurê Kurdistanê bê bicîkirin

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal ragihand ku dê sîstema xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê bê bicîkirin.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal di hevpeyvîneke ligel malpereke nêzîk PKKê li ser pêvajoya çareserkirina pirsgireka kurd ragihand di sala 2016an de dê sîstema xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê bê bicîkirin.

Remzî Kartal anî ziman, dê berxwedana li Bakurê Kurdistanê berdewam be heta doza kurd were çareserkirin û got, ji bo çareseriyê kurd li benda dewleta Tirkiyê namînin.

Ramzî Kartal amaje kir ku ew pêvajoyeke weke ya berê qebûl nakin û got:

 

Gelê Kurd bi daxwaza xwerêveberiyê re, di çarçoveya qanûn û destûra bingehîn de çareseriya ji bo jiyana bi hev re ya bi gelê Tirkiyeyê re ferz dike. Lê belê, eger Tirkiye van polîtîkayên xwe yên heyî bidomîne, wê gelê Kurd bêyî li bendê bimîne, yekser çareseriya xwe bixe dewrê. Li benda dewletê nîne. Çareseriya xwe bi vîna xwe nîşan daye.

Ya herî girîng jî divê parlament tevlî pêvajoyê wee kirin. Her tişt li parlamentê bi şêweyê qanûnî û destûra bingehînî bê kirin. Bi vê konseptê re pêvajo dikare ji nû ve destpê bike. Êdî tiştek mîna pêvajoyên berê nabe"

Remzî Kartal behsa wê yekê jî kir ku, cîhan dibîne çawa AKP dixwaze gelê Kurd li Bakur tune bike û got, êdî raya giştî ya cîhanê jî li hember kiryarên dewletê Tirkiyê bêdeng namîne.