Hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine kêm bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwrdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn got, “Ji bilî Tirkî ti zimanek wekî zimanê dayikê nayê hîkirin.”
Li gorî ku wezîr Tekîn dibêje, di sala perwerdeyê ya 2023-2024an de, 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Zazakî ango bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.
Li Komîsyona Budceyê ya Parlementoya Tirkiyeyê, budceya wezareta perwerdeya ya sala 2024an hat nîqaşkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn pirsên parlamenteran bersivandin.
Yek ji wan bersivan jî li ser “Perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdî “ bû.
Wezîr Tekîn pirsa “We ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî çi kir?” bi nivîskî bersivand û got:
“Di xala 42yan a destûra me de tê gotin, ‘Di saziyên perwerde û hîndekariyê de ji bilî Tirkî ti zimanek wekî zimanê dayikê ji welatiyên Tirk re nayê xwendin û hînkirin.’
Di vê çarçoveyê de xebatên perwerde û hîndekariyê yên bi tirkî dewam dikin.
“Dersên bijarte û qursên taybet hene”
Tekîn diyar kir ku ji bo xwendekarên ku dixwazin dersên bijarte û qursên taybet hene û got:
“Ji bo xwendekarên dixwazin bi zimanên Lazî, Zazakî, Kurmancî, Boşnakî, Albanî, Gurcî, Adighî û Abazî dersên bijarte hene.
Herwiha li saziyên perwerdehiyê yên taybet jî qursên bi zimanê Kurdî têne dayîn.”
Wezîr Tekîn li ser pirsa “Li bajarên ku Kurd lê dijîn, ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî hewlên wezareta we hene?” jî bi xala 42yemîn a Destûra Bingehîn bersiv da.
“Wezaret Destûra Bingehîn tawanbar dike”
HEDEPê bertek nîşanî bersivên wezîr Tekîn dan.
Parlamentera HEDEPê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got:
Li hemberî pirsa me ya li ser perwerdeya zimanê dayikê di serî de Kurdî, em dibînin ku Wezaret topê diavêje Destûra Bingehîn.
Wekî ku em nizanibin ji me re xala 42yemîn dixwînin. Dibêjin qaşo 'Destûra derbeyê, divê em bigiherînin.'
Ji bo ti gelekî zimanê wî yê dayikê wekî dersa bijarte nayê hînkirin. Welatiyek ji bo zimanê xwe yê dayikê hîn bibe li kurseke taybet xwe tomar nake.
Kurdî ji bo her Kurdekî, Lazî ji bo her Lazekî, Tirkî ji bo Tirkekî mafekî ki dev jê bernade nîne?
Nîşana bingehîn a hemwelatiya wekhev perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”
Hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî bijartine daketiye
Herwiha Wezîr Tekîn di bersivên xwe de da zanîn ku di navbera sala 2023-2024an de bi giştî 23 hezar xwendekaran zimanê Kurdî hilbijartin e.
Ji van 20 hezar û 379 xwendekaran Kurmancî û 2 hezar û 607 xwendekaran jî Zazakî hilbijartiye.
Ji bo van dersan bi giştî 50 hezar û 283 pirtûk hatin belavkirin.
Herî zêde li Mêrdîn, Amed û Colemêrg hat hilbijartin
Bajarên ku herî zêde dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine bi dorê ve wiha ye; Mêrdîn, Amed, Colemêrg, Êlih, Çewlîg, Wan û Şirnex.
Herwiha hat diyarikirin ku li parêzgehên Agirî, Betlîs, Mersîn, Dêrsim, Sêrt û Rihayê jî dersa Kurdî hatiye hilbijartin.
“Sala 2015an 80 hezar û îsal jî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijart”
Sayyîgîtê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Mixabin di perwerdeyê de ne pîvanên pedagojîk, pîvanên siyasî serdest in. Li gorî vê jî dersên Kurdî bêfonsiyon bûne.”
Sayyîgîtê diyar kir ku sala 2015an 80 hezar xwendekaran û îsal jî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.
Sayyîgîtê got, “Ev cûdahiyek pir cidî ye. Gelek sedemên vê hene.
Bi gotinên ‘li dibistanan mamoste, pêdivî û derfetên fîzikî nîne’ xwendekar teşwîqê dersên din têne kirin.
Hejmara pirtûkên Kurdî yên li xwendekaran hatine belavkirin 50 hezar e lê 10 sal berê ev hejmar 51 hezar bû.
Em dibînin ku perwerdeya bijarte 10 sal in li cihê xwe dimîne. Desthilata AKPyê bi van yekan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê manîpule dike.
Berevajî, hejmarên ku hatine eşkerekirin, didin nîşandan ku baweriya Kurdan bi dersê bijarte nemaye.”
“Divê statuya zimanê dayikê hebe”
Sayyîgîtê di berdewamiya axavtina xwe de wiha anî ziman:
“Divê Kurdî bi Destûra Bingehîn bê misogerkirin, divê tekez statuyeke zimanê dayikê hebe.
Em li erdnîgariyekê ne ku gelên kevnar bi hev re dijîn. Li hemberî hîn tenê bi zimanekî zengil lêdide.
Wateya wê zarokên ku zimanê wan ê dayikê ne bi Tirkî ye, li dibistanan tine tên hesibandin.
Sedsalek bi vî rengî derbas bû lê sedsala duyem vê yekê ranake.”
Li ser erdnîgariya me gelên cuda û kevnar bi hevre dijîn lê dîsa jî li dibistanan bi zimaneke tenê perwerde tê dayîn.”