Pîranşar: Îtlaata Îranê gef li bavê xwepêşanderekî candayî xwar

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Pîranşar Îtlaata Îranê Xwepêşandan Gefxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îtîlata Îranê ku dezgeha îstixbarata desthilata Îranê ye, zext li bavê xwepêşanderekî ku li wî bajarî hatiye kuştin kiriye û gef lê xwariye ku red bike kurê wî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin û gefa qerebûkirina mal û milkê wî çekdarê Îranî yê ku bi guleyê kurê wî kuştiye jî xwarine.

Li gor agahiyên ku bi dest Rûdaw ketine, hêzên ewlehiyê yên bajarê Pîranşarê duh Pêncşemê gazî Idrîs Qadir Şukrî yê bavê Karwan Qadir Şukrî yê yek ji xwepêşanderên kuştî kirine û jê xwestine ku red bike kurê wî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.

Şeva 20ê Mijdara 2022an sê welatiyên bi navên Celal Qurbanî, Tahir Ezîzî û Karwan Qadir Şukrî di xwepêşandaneke li Pîranşarê de bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dan. Şahidan gotin ku Karwan Qadir Şukrî yê 16 salî ji aliyê çekdarekî Kurd ê Supaya Pasdarên Îranê ve bi guleyê hatiye kuştin. Piştî kuştina Karwan Qadir Şukrî xelk çûne mala çekdarî û agir berdane mala wî.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Rêveberiya Îtlaata Pîranşarê û wî çekdarî gefa qerebûkirina mala wî ya hatî şewitandin ji bavê Karwan Qadir Şukrî xwarine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst