Li bajarê Hesekê bombek bi hêzên Asayişê ve teqiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şeva bihorî teqînek çêbû û di encamê de 2 endamên Asayişa Hesekê birîndar bûn.
Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, şeva bihorî motorsîklêtekî bpmbekirî li taxa Xiwêran li başûrê bajarê Hesekî teqiyaye.
Asayişa Hesekê ragihandiye, ew motorsîklêta bombekirî bi otomobîleke hêzên Asayişê de teqiyaye û di encama teqînê de ku li nêzîk Qada el Basil çê bûye, 2 endamên Asayişa Hesekê birîndar bûne. Herdu endamên hêzên Asayişê ji bo dermankirinê, bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Di daxuyaniya Asayişa Hesekê de wiha tê gotin: “Motorsîklêteke bombekirî li nêzîkî Qada li taxa Xiwêran a Hesekê, bi otomobîleke leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayiş) ve teqiya û di encamê de du endamên hêzên Asayişê bi rêjeyên cuda birîndar bûn.”
Di wan demên dawî de teqînên ji aliyê şaneyên veşartî yê DAIŞê ve li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.