Nûnerê Kurdistanê: Fransa di hemû demên tengav de li gel Kurdan bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî dibêje, ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve vexwendina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî vê yekê eşkere dike, ku Fransa di hemû demên tengaviyê de li gel gelê Kurd bûye.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî derbarê naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron de ji Rûdawê re got: “Rewşa herêmê bi giştî, herwiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê dê werin gotûbêjkirin.”

 

Elî Dolemerî da zanîn, ku şanda Herêma Kurdistanê dê li Parîsê tenê bi Macron re hevdîtinê bikin û paşî vegerine Kurdistanê.

 

Dolemerî balkişande ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û gelê Kurd de û got: “Di sala 1992 de hikûmeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin lê ev yek di saya biryara jimare 686 a sala 1991 ya Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî de bû, ku Fransayê ev biryar pêşniyar kir. Di sala 2014ê de, yekemîn car Serokê Fransayê weke serokê dewletekî serdana Herêma Kurdistanê kir. Îro jî Kurdistan di nava qeyraneke siyasî, aborî û mirovî de ye, Fransa rola xwe dilîze û ji ber vê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwende Parîsê.”

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê bi bîr xist ku yekemîn car Fransayê bang li Bexdayê kiriye da ku bi riyên aştiyane li gel Hewlêrê pirsgirêkên xwe çareser bike. Herwiha Fransayê ji Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî re pêşniyar kiriye, ku daxuyaniyekî biweşîne û di çarçoveya Destûra Iraqê de behsa rêzgirtina li mafên gelê Kurdistanê bike.

 

Dolemerî destnîşan kir: “Fransa him rêzê ji îradeya gelê Kurdistanê digre û him jî piştgiriyê dide wê îradeyê.”

 

Elî Dolemerî got: “François Mitterrand, Sarkozî, François Hollande, Emmanuel Macron herdem palpiştiya Kurdan kirine. Danielle Mitterrand weke dayika aştiyê bû ji bo Kurdan. Di aştiya nav mala Kurdan de rola Fransayê hebû.”

 


(N.S)