Kurdên şebek: Hewlêr û Bexdayê gundên me parçe kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Bi tevê ku hemû gund û navçeyên kurdên şebek ên li nav sînorên parêzgeha Nînowayê hatine rizgarkirin jî kurdên şebek naxwazin vegerin gundên xwe.

 

Kurdên şebek daxwaz dikin ku gundên wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bê parastin û dibêjin, “piraniya gundên me niha di bin destê Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî de ne, ti garantiyekê parastina jiyana me nîne.”

 

Endamê Civata Parêzgeha Mûsilê û nûnerê kurdên şebek Xezwan Dawûdî ji Rûdawê re got; “Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser şerê Mûsilê bûye sedem ku gund û navçeyên me di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bên parvekirin.”

 

Dawûdî da zanîn, ku li deşta Nînowa 57 gundên şebek hene, lê tenê 22 gund di bin desthilata Hêzên Pêşmerge de ye û 35 gundên din jî di destê Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî de ye û got; “Gundên me bi ser du bereyan hatine dabeşkirin. Piraniya kurdên şebek ji vê rewşê nerazî ne û naxwazin di vê rewşê de vegerin malên xwe. Ji ber ku ji parastina can û malên xwe ne piştrast in.”

 

Nûnerê kurdên şebek eşkere kir, ku wan ev mijar gihandiye cem Serokatiya Herêma Kurdistanê û daxwaz kirine, ku ji bo 35 gundên wan bikevin bin desthilata Hêzên Pêşmerge, rapirsî bê kirin.

 

Xezwan Dawûdî herwiha got ku niha li gundên wan xelkên ereb hatine bicîhkirin û divê ev mijar jî bi awayekî medenî bê çareserkirin.

 

Hejmara şêniya kurdên şebek nêzîkî 400 hezar kes e û piraniya gundên wan li navçeyên Başîk, Bertile, Hemdaniye û Tilkêfê ne. Ji sedî 55ê wan bi mezheb şîe û ji sedî 24 jî sunne ne.