Li Semsûrê qeza: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla H.A diajot li xaçerêya qada fuarê ya rêya Semsû-Kolikê wergeriya.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de ajokar û 4 kesên di otomobîlî de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê.