Li Qoserê ciwanekî 20 salî dawî li jiyana xwe anî
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Xirxirê yê navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ciwanê bi navê Îhsan Adsiz xwe kuşt.
Îhsan Adsizê 20 salî yê ku ji gundê Xirxirê yê navçeya Qoserê ye peyamek li dû xwe hişt û dawî li jiyana xwe anî.
Adsizê ku bi malbata xwe re li gund dijiya piştî ku li ser hesabê xwe yê Instagramê “peyama xatirxwestinê” parve kiriye ji mala xwe derketiye û dawî li jiyana xwe aniye.
Piştî ku xizmên wî agahî da, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tespît kir ku Adsiz miriye.
Piştî otopsiya li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, cenaze ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li gund hat veşartin.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.