RIHA - Penaber ji bo vegerandinê hatine komkirin: ‘Halê me ne ti hal e’

Hewlêr (Rûdaw) - Di kampeke penaberan a li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê de bi sedan penaber hatine civandin û amadekarî tên kirin wan bişînin Sûriyeyê.

Jineke Kurd a ku ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew li ser sînorên Yûnanistanê hatine girtin û ji bo vegera Sûriyeyê tên neçarkirin.

Penabera bi navê Ruha anî ziman:

“Zêde zordariyê li me dikin, halê me ne ti hal e. Ji me re dibêjin em ê we bişînin Sûriyeyê û hûn ê li wir bimînin.

Bi hezaran Kurmanc di vê kampê de ne, hemû ji Efrînê ne.”

“Binpêkirineke gelekî mezin e”

Yasanas Hisên Naso li ser dersînorkirina wan penaberan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Yasanas Hisên Naso jî li ser mijarê got:

“Girtin û bindestkirina penaberên Sûriyeyî ji aliyê Tirkiyeyê ve û xistina wan a kamp û zindanan ji bo vegerandina wan ku di vê rewşê de ewlehiya Sûriyeyê ne baş e, binpêkirineke gelekî mezin a zagonên navdewletî ye.”

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Tirkiyeyê prosesa dersînorkirina koçberên Sûriyeyî û vegerandina wan ji bo bakurê Sûriyeyê berfireh kiriye.

Di nava 24 demjimêran de 370 penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê hatine dersînorkirin.

230 penaber radestî Heyeta Tehrîr el-Şam hatin kirin, 140 penaber jî radestî Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyeyê hatin kirin.