Mîrê Êzidiyan: Nêçîrvan Barzanî ji bo vegerandina keçên me ji hemû serkirdeyan bêhtir kar kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Mîr û Serokê Civata Bilind a Ruhanî ya Kurdên Êzidî ragihand, serkirdeyên Herêma Kurdistanê di serî de Nêçîrvan Barzanî ji bo vegerandina jin û keçên me kar kirine û got, “Niha jî metirsî li ser hebûna me heye, li ser xaka me heye û doza me wek siyasî û ewlehî lê hatiye kirin.”

Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg îro Çarşemê 2ê Mijdara 2022an di Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê de axivî û got, “Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku li jêrxana navçeyên me yên wêranbûyî, ji bo perwerdekirin û nûjenkirina ciwanên me veberhênanan bike da ku karibin xizmeta gelê xwe û tevahiya Iraqê bikin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser rewşa piştî azadkirina Iraqê anî ziman, “Di bin siya vê rejîma nû de me gelek karesat dîtin ku dê heta hetayê di xeyala nifşên me de bimînin. Bajar û gundên me hatine wêrankirin û heta niha nehatine avakirin, hejmareke zêde ya merivên me koçber bûne û di rewşeke pir xerab de ne, bi sed hezaran kur û keçên me hîn jî di kampan de dijîn.”

Tevahiya axavtina Mîr û Serokê Civata Bilind a Ruhanî ya Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn:

Ola Êzidiyatiyê ola herî kevn a herêmê ye, koka wê vedigere serdema beriya Îslamê û Kristiyaniyê, oleke li ser bingeha aştî, jiyana hevbeş hatiye avakirin. Civaka Êzidî ya xwecihî ya xwedî kevneşopî û çanda kevnar, beriya ku împaratorî bikeve vî welatî, li vî welatî cih girt.

Em tu carî nebûne gef li kes û baweriyekê lê di dirêjahiya dîrokê de em rûbirûyê 74 kampanyayên qirkirinê bûne ku ya dawî bi destê rêxistina terorîst a DAIŞê bû.

Dema ku rejîma berê hat guhertin û Iraqê destûreke demokratîk pejirand, em kêfxweş bûn ku serdema nû dê ol û civaka me biparêze, lê di bin siya wê rejîma nû de me gelek karesat dîtin ku dê heta hetayê di xeyala nifşên me de bimînin. Bajar û gundên me wêran bûne û heta niha nehatine avakirin, hejmareke mezin ji xizmên me koçber bûne û di rewşeke pir xerab de dijîn, bi sed hezaran kur û keçên me hîn di kampan de dimînin. Jin û keçên me, em li bendê ne ku bi saxî û bi rûmet vegerin nav malbatên xwe.

Serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di serî de birêz Nêçîrvan Barzanî, ji bo vegerandina jin û keçên me kar kirine lê hîn jî pêwîstî bi karekî zêdetir heye.

Aboriya me ya ku di serî de bi çandiniyê ve girêdayî bû hilweşandin û ji bo vejandina sektorê jî tu piştgirî nehat dayîn.

Gelek malbatên me neçar man koç bikin û ev pêvajo heta roja me ya îro didome û niha jî metirsî li ser hebûna me heye, li ser xaka me heye û doza me wek siyasî û ewlehî lê hatiye kirin. Her wiha destwerdana hêzên hikûmî û nehikûmî heye, çi hêzên herêmî, xwecihî û navdewletî, mînaka herî baş Şingal e.

Em bang li serkirde û biryarderên Neynewa, Bexda, Hewlêr, welatên cîran û civaka navdewletî dikin ku ji bo çareserkirina doza me, xwedî lê derkevin, ji ber ku êdî doza me ne dozeke navxweyî ye.

Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku li jêrxana navçeyên me yên wêranbûyî, ji bo perwerdekirin û nûjenkirina ciwanên me veberhênanan bike da ku karibin xizmeta gelê xwe û tevahiya Iraqê bikin. Ji bo parastina nasnameya Êzidiyatiyê, ola Êzidiyatiyê û mafên Êzidiyan wekî welatiyên pileya yekem xebat bikin. Bi derxistina yasayên tund û paşê cîbicîkirina wan di destûra Iraqê de pêşî li kampanyayên qirkirinê yên pêşerojê bigirin.