Xelkê Rojava bi kevir û pêlavan hêrsa xwe li hember serbazên Tirkiyê nîşan dan

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û hêrsa xwe li beramber yekemîn dewriyeya hevbeş a rûsî-tirkî nîşandan.

Zarok û ciwanên Kurd tu reftar li hember serbaz û erebeyên rûsî nekirin, lê her devereke ku serbaz û wesayîtên Tirkiyê tê re derbas bûn, bi heman şêweyî, kevir, pêlav û şimik bi ser wan de hatin barandin.

Yekem gera dewriyeyên hevbeş ên rûsî-tirkî li nav xaka Rojavayê Kurdistanê bi nerazîbûn û hêrsa xelkê hat pêşwazîkirin. Ev gundê Berkevirê li rojavayê bajarpkê Dirbêsiyê ye.

Li gundê Berkevirê ku dikeve rojavayê bajarê Dibêsiyê welatiyên Kurd bi dûrişmên nerazîbûnê pêşwazî li wesayîtên serbazî yên Tirkiy ê kirin. Li tenişta wî gundî jî goristana şehîdan heye.

Kela dilê welatiyekî Kurd bi dirûşman hênik nabe, lewma solên xwe ji pê dike û her ferekê di wesayîtên  serbazên Tirk wer dike.

Li bajarê Amûdê jî, zarok û ciwanên Kurd nerazîbûna xwe li hember derbasbûna hêzên Tirkiyê bo nav xaka Rojavayê Kurdistanê nîşan didin.

Bacanên kufkî, kevir, sol, pêlav û şimikan bi ser serbazên tirk û wesayîtên wan de barandin.

Zarok û ciwanên Kurd tu reftar li hember serbaz û erebeyên Rûsî nekirin, lê her devereke ku serbaz û wesayîtên Tirkiyê tê re derbas bûn, bi heman şêweyî, kevir, pêlav û şimikan bi ser wan de hatin barandin.

Li gor rêkevtina Soçî, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, roja înê, yekemîn dewriyeya hevbeş, ji rojavayê Dirbêsiyê û heta rojhilatê Amûdê geriya.

Dewriye bi kûrahiya şeş kîlometreyan li hin navçeyan bi nav xaka Rojavayê Kurdistanê de çû. Dewriye bêyî bilindkirina ala Tirkiyê li ser wesayîtan hat encamdan û derdora 5 demjimêran berdewam kir.