Li Zûmarê xaniyek teqiya xwediyê xanî hat kuştin

 

Zûmar (Rûdaw)- Li gundê Kanî Şêrîn ê ser bi nahiyeya Zûmarê ve, xaniyek ku ji aliyê DAIŞê hatibû bombekirin, teqiya û di encamê de xwediyê wê malê canê xwe ji dest da.

Piştî rizgarkirina Zûmarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, hinek ji xelkê navçeyê vegeriyan malên xwe. Îro jî di dema ku welatiyek vegeriya nav mala xwe, bombeyek ji aliyê DAIŞê ve di nav odeyekê de hatibû danîn û ew bombe bi wî de teqiya û di encamê de xwediyê malê canê xwe ji dest da û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Çandina bombeyan di nav xaniyan û li ser riyan, tektîkeke DAIŞê ye li wan navçeyên ku dixe destê xwe.

Lewma Hêzên Pêşmerge piştî rizgarkirina Zûmarê daxwaz ji welatiyan kirin ku heta ew dever bi yekcarî ji bombeyan neyê paqijkirin, venegerin mal û cihên xwe.