Kemal Burkay: Federasyon çareserî ye

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê partiya HAK-PARê Kemal Burkay diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi federasyonê wê çareser bibe.

Kemal Burkay ragihand ku eger li Tirkiyê maf û azadî hebûya niha wê pirsgirêka kurd jî çareser bûbûya û wê Tirkiyê ji welatên demokrasî yê herî pêşde baya.

Burkay di xwepêşandana ji bo aşitî û demokrasiyê li Amedê de axifî û got “Kêşeya Kurd wê di rêya federasyonê re bê çareserkirin, ji ber ku federasyon tê wateya pejrandina azadiyê”.

Kemal Burkay diyar kir ku partiya wî dixwaze ku çek ji holê rabin û êdî şerê ku 30 sal berdewam kir jî careke din, rû nede.

Serokê partiya HAK-PARê da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê di federasyonê de wê çareser bibe.