6 hunermend namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne: Kî ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Di nav hezar û 191 namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de 6 hunermend jî hene.

Di lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hunermend û Rêveberê Giştî yê Rewşenbîriyê yê Hewlêrê Ferheng Xefûr û hunermendê Zaxoyî Rêkêş Seyranî wekî namzed destnîşan kirin.

Di lîsteya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de jî lîstikvan Buxarî Cemîlê ku di çend rêzefîlman de lîstiye namzed e.

Buxarî Cemîl ji bo hunerê û hunermendan xwedî çend planan e:

“Rewşa hinek hunermendan ne baş e.

Hinek ji wan ji bo debara xwe di projeyên astên wan nizm de dilîzin û ne bi dilê wan e.”

Buxarî Cemîl da zanîn:

“Pêwîst e parlamento rûmeta hunermendan biparêze.

Ez dixwazim hêviyê bidim wan ku ew ji ber rewşa aborî ya ne baş asta hunera xwe danexin.”

Ferheng Xefûr li ser hilbijartinan ji Rûdawê re got:

“Ez dibêjim ku hunermendê resen, dengê resen bi dest dixe.”

"Me hunermendan xizmeta zimanê dayîkê kiriye"

Rêkêş Seyranî ku li ser navê PDKyê li Dihokê namzed e wiha got:

“Huner milkê hemû gelê Kurd e. Me hunermendan bi hunera xwe xizmeta zimanê dayîkê û hemû gelê Kurdistanê kiriye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Gelek pirsgirêkên hunermendan hene. Eger ez biçim parlamentoyê dibe ku ez karibim bi rêya parlamentoyê gelek pirsgirêkên hunermendan çareser bikim.”

Rûpak Ebdulqadir hunermendeke din a şanoyê ya Hewlêrê ye ku di lîsteya Bereya Gel de namzed e.

Rûpak Ebdulqadirê li ser hilbijartinan anî ziman:

“Ez li ser vegerandina rûmeta huner û hunermendên resen ên Kurd dixebitim.

Ev çend sal in ji aliyê Sendîkaya Hunermendan ve pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin lê hatine paşguhkirin.”

Nivîskar, akademîsyen û helbestvan Ferhad Pîrbal di hilbijartinan de namzetê serbixwe ye.

Hunermend Herdî Selah tekane namzedê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Herdî Selah çend sal in ji hunerê dûr ketiye û di nava xebatên siyasî de ye.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşînê biçe ser sindoqan.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir.

Hezar û 191 namzed dê ji bo 100 kursiyî têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzed.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 25ê Îlonê dest bi pêvajoya hilbijartinan kir û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran nînin.