Îlham Ehmed: Em li dijî êrîşa li ser ofîsa Rûdawê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed ragihand ku ew li dijî êrîşa bo ser ofîsa Rûdawê ne û dive kesên ev kiryar kirine bên girtin û dadgehkirin

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de li gel ajansa North Press jibilî dawî pêşhatên siyasî, behsa bûyera êrişa li ser Rûdawê jî kir.

Îlham Ehmed ku li gel şandekê li Washingtonê ye û bi berpirsên Amerîkî re hevdîtinan pêk tîne, got divê kesên ku êrîşî ofîsa Rûdawê kirine bên girtin û dadgehkirin.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê tekez kir, “Em li dijî êrîşa bo ser ofîsa Rûdawê ne. Divê asayiş û dadwerî rola xwe bibînin û kesên ev kiryar kirine bên girtin û dadgehkirin.”

Îlham Ehmed li ser helwesta rejîma Sûriyê got, “Divê hikûmeta Sûriyê nenavendiya berfireh qebûl bike” û derbarê kar û xebatan de jî ragihand, “Me çend proje ji bo geşepêdana navçeyê pêşkêş kirin.”

Her di wê hevpeyvînê de Îlham Ehmed tekez kir, “Berpirsên Amerîkî soz dane ku ew dê li ser piştevaniya HSDê berdewam bin.”

Roja Sêşemê demjimêr 00:30an de hejmareke kesên nasnama wan nediyar bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo kirin.

Di dema êrişa bi molotofan de ti peyamnêr û karmendek di ofîsê de tune bû, lewma ziyaneke canî çênebû, lê beşek ji ofîsê şewitî û ziyaneke zêde ya maddî çêbû.

Het niha ev cara çarem e ku êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê pêk tê. Cara yekem di 08.05 2021an de, cara duyem di 22.08.2021an de, cara sêyêm 05,09.2021an de û cara dawîn jî di 28.09.2021an de êrişî ser ofîsa Qamişloyê ya Rûdawê hatine kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî derbarê wê êrişa li ser Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ev êriş gefeke pir metirsîdar e li ser kar û jiyana hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji hemû rêxistinên civaka sivîl û hemû alîgirên azadiya karê medyayê kiribû “ku li hember vê êrişa li ser Tora Medyayî ya Rûdawê bêdeng nebin û helwestê werbigirin û guvaşê bikin ji bo parastina hevkarên me û ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê.”