Emîndarê Yekgirtûya Îslamî: Babe Şêx kesekî niştimanperwer bû

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bi helkefta koça dawî ya rêberê rûhî yê Êzidiyan, Babe Şêx, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî, Mîrê Êzidiyan û tevahiya Kurdên Êzidî kir û ragihand: “Babe Şêx kesekî niştimanperwer bû.”

Selahedîn Behaedîn di vê peyama xwe de dibêje: “Cenabê Babe Şêx kesatiyekî aştîxwaz û niştimanperwer û dostekî birêz bû, herdem di hewla pêkvejiyanê û aramiya civakî de bû.”

Selahedîn Behaedîn ragihand: “Bi boneya koça dawî ya cenabê Babe Şêx, rêberê rûhî yê hemwelatiyên Êzidî, ji nîveka dil ve serxweşî û hevxemiya xwe ji malbata koçkirî, cenabê Mîrê Êzidiyan û tevahiya kesûkar û hemwelatiyên Êzidî re radigihînin û ji Xwedê dixwazim ruhê wî asûde be û ber rehmet û dilovaniya Xwedê ketibe.”

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx şeva bihorî li li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Şîna giştî ya Babe Şêx 3 rojan dibe, lê belê li qezaya Şêxanê dê şîna bo mirina wî heft rojan berdewam be.